Bahoza Harold: Bi deh hezaran kes bê mal kir

Bahoza Harold li peravên Salomon, Vanûatû, Fîjî û Tangoyê da, kir ku hefteya borî li Vanûatûyê bibe sedema bi deh hezaran kes bê mal bimîne.

Rêxistina civakî ya sivîl a mirovî World Vîsîon diyar kir ku Vanûatû ya ku xwedî nifûsekî 300 hezar kesî, ji sedî 35 li navendên bi cihbûnê dimînin.

Midûrê World Vîsîon ê Vanaûtû Kendra Gates Deroûsseaû yê ji AFP’ê re axivî got: “Pirsgirêka bi cihbûnê bûye pirsgirêka herî bi fikar.”

Deroûsseaû diyar kir ku tîmên ku li qadê ji bo wî aniye ziman ku ziyanên gihiştine hinek deverên jiyanî ji bahoza Pam a sala 2015’ê lê dayî mezintir e.

Deroûsseaû destnîşan kir ku 3 kes mirine, lê dibe li cihên herî dûr bîlanço hê girantir be.

Li Saloman ji ber pirekî ya keştiyê kete nava avê, 27 kes mirin.

Xaça Sor jî diyar kir ku li girava Fîjiyê jî kesek miriye. Li girava Tangoyê jî ti ziyanên canî pêk nehatiye.

Şewba Covîd-19 rewş hê girantir kiriye.

Koordînatorê rewşa lezgîn û berpirsê alîkar ê ji rewşên lezgîn û karê mirovî ya Sekreteriya Giştî ya NY’yê Marc Lowcock soza alîkariyê ya 25 milyon dolar alîkarî bi Vanûatûyê re bike.

Deroûsseaû da xuyakirin ku di alîkarî gihandina hinek cihan de pêwîstî bi dem hebe, diyar kir ku wê hikûmet metirsiya nexweşiyê li ber çavan negire. Deroûsseaû got: “Dibe ev rê li ber bêhêvîtiyê veke, lê ti rêyeke din nîne. Dema bahoz li gel Covîd-19 bê dikeve rewşekî ku neyê birêve birin.”