Bahoza Dorîanê bi hezaran mal hilweşand

Bahoza Dorîanê roja Duşemê di saetekê de bi leza 300 km li Bahamayê da û bû sedema hilweşandina bi hezaran malan.

Bahoza Dorîanê ji ber şîddeta xwe kete kategoriya 5’emîn. Ev kategorî li gorî Pîvana Bahozan a herî xerab û hilweşîner e. Bahoz tevî baranê leza wê di saetekê de 300 km li Giravên Bahamayê dixe. Di dîroka van giravan de cara pêşîn bahozeke wisa giran pêk tê.

Têkildarî mirinan heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lê Bahama Press diyar kir ku zarokekî 7 salî li ber lêhiyê ketiye.

Pîrika zarok ku ji Eyewîtnee Newsê re axivî wiha got; “Ez dikarim tenê vêya bibêjim; keça min a mezin li min geriya û got zaroka wê, neviya min miriye. Hemû ev e. Ez tam nizanim çi çêbû, lê bawerim got fetisiye.”

Lîsteya têkildarî kesên winda jî zêde dibe. Di tevnên civakî de îlanên windayan tê dayîn. Tê diyarkirin ku dibe hejmara windayan zêde bibe.

Li gelek giravan nûçeyên windayan tê. Giravên Bahamayê yên di navbera Florîda, Kuba û Haîtîyê de ye, ji 700 giravên biçûk pêk tên.

Serokwezîrê Bahamayê Hûbert Mînnîs wiha got; “Muhtemel roja min a herî xemgîn e. Di dîroka Bahamayê de bahozên wisa pêk nehatine.”

Rayedarên Xaça Sor ên li herêmê diyar kirin ku 13 hezar mal hilweşiyan yan jî xerabûne.

Hate diyarkirin ku bahoz wê îşev bi awayekî metirîsar nêzî Florîdayê bibe.

Meqamên Emerîkayê bi armanca tevdîran biryara veguhestina bi hezaran kesên li herêmên peravê dijîn da.