Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê xist
Ji ber Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên herêmî ragihandin dibe ku hejmara miriyan xwe bigihîne sedî yan jî hezar kesî.
Ji ber Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên herêmî ragihandin dibe ku hejmara miriyan xwe bigihîne sedî yan jî hezar kesî.
Bahoza Chidoyê li giravên Mayotteyê ên li Oqyanûsa Hîndê xist. Rayedarên giravê dan zanîn ku dibe ji ber bahozê bi sedan yan ji bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabin. Hate ragihandin ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 250 kes jî birîndar bûne.
Hate destnîşankirin ku bahozê herî zêde zirar daye welatiyên xizan û hate diyarkirin ku ev bahoz, bahoza herî mezin a li herêmê ya 90 salên dawiyê ye.