Babis: Volkswagen wê febrîqeya xwe li Tirkiyeyê ava bike

Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babis ku bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtin kir, anî ziman ku şîrketa wesayitan a Elman Volkswagen amadekariyan dike ku febrîqeya xwe ya nû li Tirkiyeyê ava bike.

Ajansa nûçeyan Reutersê hefteya derbasbûyî ragihandibû, ku Volkswagen ji bo febrîqeya ji 1 milyar Euroyî li Tirkiyeyê ava bike bi Enqereyê re di mijara baca wesayitê de hevdîtinan dike.

Febrîqeya nû ya Volkswagenê di rojeva Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babis jî de bû ku doh li Enqereyê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Ji ber ku Volkswagen beşeke girîng a parçeyên wesayitên xwe li Çekyayê hildiberîne û modela Skoda ya nû jî ku dixwaze li febrîqeya nû hilberîne ya Çekyayê ye.

ERDOGAN ÇAWA ÇEKYA ÎQNA KIR?

Serokwezîrê Çekyayê li Enqereyê piştî hevdîtinan axivî û bersiv da pirsa "Volkswagen wê Tirkiyeyê ya jî Bûlgarîstanê tercîh bike?" Babis diyar kir, wan bihîstine ku Volkswagen wê razemeniyeke mezin li Tirkiyeyê bike. Babis anî ziman di hilberîna parçeyên wesayitê de rola wan hîn girîng e û got, "Em dixwazin li febrîqeya nû hevkariya xwe û rola xwe ya pêşengiyê bidomînin."

Rayedarên Volkswagenê piştî axaftina Babis ji Reutersê re axivîn û gotin, "Şensê Tirkiyeyê hîn bilind e." Lê belê Erdogan ku Serokwezîrê Çekyayê vexwendiye qesra xwe, dibe ku bi bazariyên nû hem rêveberiya Çekyayê hem jî Volkswagenê îqna bike. Tê payin ku febrîqeya nû ya li Manîsayê ya jî li Bûlgarîstanê bê vekirin û derdora 2 hezar kes lê bixebitin. Febrîqe ji bo rejîma Erdogan ku li ber hilweşînê ye weke hewldaneke rizgarkirinê tê dîtin.