Artêşa Myanmarê Facebook ji bo paqijiya etnîkî bi kar aniye

Li gorî nûçeya rojnameya New York Tîmes (NYT), artêşa Myanmarê li dijî gelê Rohîngyayê bi medya civakî bi kar aniye û bi rêya vê yekê qirkirin, hêrs û şîdet sor kiriye.

Rojnameyê li ser mijarê nûçeyeke berfireh weşand û îdîa kir ku artêşa Myanmarê ji sala 2013'an û vir ve di ser Facebookê re karê paqijiya etnîkî li dijî Rohîngyaran kiriye. Di nûçeyê de hate gotin, "Artêşa Myanmarê medya civakî ji bo xalîkirina etnîkî weke amûrekê bi kar anî' û hate ragihandin ku di ser Facebookê re bi rêk û pêk kampanya hatiye meşandin.

Li gorî NYT'ê, artêşa Myanmarê herî kêm 5 sal berê dest bi vî karî kiriye.

Rayedarên Facebookê yên ji rojnameyê re axivîn, piştrast kirin ku artêşa Myanmarê operasyoneke wiha meşandine.

Tê gotin, bi vê armancê gelek hesabên sexte yên endamên artêşê û nêzî 700 hesabên trol hatine bikaranîn.

90 ji sedî yê şêniyên Myanmarê Bûdîst in. Lewma Rohîngyayî weke mirovên biyanî lê tên dîtin. Kanûna 2017'an ji ber şewitandina gundan, destavêtin û kuştina bêdaraz, zêdeyî 700 Rohîngyayî neçar man xwe li welatê cîran li Bangladeşê bigirin.