Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Aloziya li Xazeyê bilind dibe, Misr hewl dide aram bike

Li Îsraîl û Şerîda Xaze ya ku Hamas serwere di rojên dawî de alozî zêde bûne. Îsraîl nepoxên şewatek kir hincet û dest bi bomberdûmanê kir. Misr jî ji bo aloziyê arama bike kete dewreyê.

Li Şerîda Xaze ya xwedî nufusekî 2 milyonî ye, ji nîva nifusa wê zêdetir di jêr asta hejariyê de ye. Her çendî li cihekî ku rojane êrîşên roket û hewanan lê bê kirin jî, di rojên dawî de aloziya heyî zêdetir bûye.

Li gorî rayedarên Îsraîlê ji ber nepoxên şewatek û teqîn ên ji aliyê Xazeyê ve tê avêtina Îsraîlê bûye sedema şewtîna 149 cihan. Hate gotin ku li gel van êrîşên bi roketan jî tên kirin.

Îsraîlê ev yek kir hincet û di saetên şevê de êrîşên xwe yên esmanî zêde kir. Îsraîl dorpêç şidad û ketina masîvanên Xazeyî ya Behra Spî qedexe kir.Yekane rêya bazirganiya mal a di navbera Xaze û Îsraîlê Deriyê Keram Şalom jî girtin.

Her wiha Îsraîlê radestkirina sotemenî ya ji bo Xazeyê jî bloke kir. Otorîteya Elektirîkê ya Xaze ragihand ku santralên elektirîkê yên Xazeyê tam bi kapasîte naxebitin. Bi vê yekê li vê herêmê ji sedî 70’ê elektirîk hatiye qûtkirin.

Roja Duşemê di saetên nîvroyê de heyetek Misrî serdana Şerîda Xaze kir. Heyeta Misr dixwaze aloziya bilind bûye aram bike.

Di navbera Hamas û  Îsraîlê de salên 2008-2012 – 2014’an 3 şer qewimîn. Tevî agirbesta sala borî jî dem dem şer diqewimin.