Aloziya li kendavê zêde be, gelo DYE wê li Îranê bide?

Aloziya di navbera DYE û Îranê de piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê dîsa zêde bû. Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney diyar kir ku wê bi tu awayî hevdîtin bi DYE’yê re neyê kirin.

Di Gulana 2018’an de DYE yek alî xwe ji peymana nukleerê vekişandibû û ji wê demê heta niha di navbera wê û Îranê de alozî heye. Her du alî him peyamên şer û him jî peyamên aştiyê didin.

HAMANEY: WÊ BI DYE’YÊ RE TU HEVDÎTIN PÊK NEYÊ

Alî Hamaney li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û got “Di kîjan astê de dibe bila bibe,wê bi DYE’yê re tu hevdîtin pêk neyê.”

Serokê DYE’ê Donald Trûmp peyam dabû ku ew di dawiya meha Îlonê de di dema civîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bicive.

Piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên Sûûdî Erebistanê Hamaney daxuyanî da. Hûsiyên Yemenê ev çalakî li xwe girtibûn û piştî vê çalakiyê hilberîna petrolê ya Sûûdî Erebistanê nîvenîv kêm bûbû.

DYE AMADE YE KU BERSIVÊ BIDE!

DYE diyar kir ku Îran berpirsê vê êrîşê ye lê Îranê jî got ku ‘Ev îddîayeke pûç e’. Trûmp li ser twîtterê diyar kiribû ku “DYE di warê leşkerî de gelekî xurt e û hewce bike ew ji şer re amade ye.”

Trûmp di daxuyaniyeke din de jî got ku “Ez dikarim bibêjim ev êrîşeke gelekî mezin e û welatê me bi hêsanî dikare bi êrîşeke mezintir bersivê bide.”

Trûmp roja Duşemê bi rojnamegeran re civiyabû û li ser pirsa mudaxeleyeke leşkerî gotibû ku “Ez naxwazim bi tu kesî re şer bikim lê artêşa me gelekî xurt e. Balefirên me yên şer, fuzeyên me yên şer ên herî baş hene. “

RÛHANÎ: ÇALAKIYA YEMENIYAN PARASTINA REWA YE

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî piştî civîna bi Tirkiyeyê re diyar kiribû ku çalakiya li dijî Sûûdî Erebistanê, çalakiya rewa ya Yemeniyan e û got “Gelê Yemenê neçar ma ku bersivê bide. Ji xeynî xweparastinê tiştekî din nakin.”

Sûûdî Erebistanê roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku çekên di êrîşê de hatine bikaranîn malê Îranê ne.

LI KENDAVÊ ALOZÎ ZÊDE DIBE

Di 16’ê Îlonê de Mûxafizên Şoreşê yên Îranê bi hinceta ku sotemeniyê bi qaçaxê bar dike, dest danîbû ser tankera petrolê ya Emîrtîya Ereban a Yekgirtî.

Aloziya li kendavê ji meha Gulanê û vir ve zêde dibe. Êrîşî hin keştiyan tê kirin. Mûxafizên Şoreşê di 14 û 19’ê Tîrmehê de dest danîbû ser du keştiyan.

Di 31’ê Tîrmehê de Tehranê dest danîbû ser keştiyê. Di desteserkirinê de hatibû diyarkirin ku di keştiyê de 700 hezar lître sotemenî heye û ev sotemenî bi qaçaxî hatiye barkirin.