Şerê li Fîlîstînê naqede

Li ser bûyerên ku roja Înê li Şerîda Gazzeyê dest pê kirin û gelek Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, her du alî hev du sûcdar dikin.

Roja Înê di bûyeran de herî kêm 15 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1400 kes jî birîndar bûn. Çalakiyên bi navê "Meşa mezin a vegerê" duh jî dewam kir û ji ber gulereşandina artêşa Îsraîlê gelek kes di dema xwepêşandanê de birîndar bûn.

LI GORÎ ÎSRAÎLÊ, ARTÊŞ TENÊ GELÊ XWE DIPARÊZE

Xwepêşandan li ser sînorê Gazzeyê yê bi Îsraîlê dest pê kir û bi rengekî giran û bi xwîn dest lê hate werdan. Tê payin ku xwepêşandan dewam bikin. Her du alî jî hev du sûcdar dikin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê daxuyaniyek da û îdîa kir ku sînorê navbera Îsraîlê û Şerîda Gazzeyê "sînorê navbera dewleteke serwer û rêxistineke terorîst e". Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku artêş gelê xwe diparêze û Hamas a ku Gazzeyê kontrol dike, "gelê xwe jî dixe nava rewşeke xetere."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû jî diyar kir ku artêş wê ji bo "parastina ewlekariya Îsraîlê" hê jî bi rengekî tund dest li xwepêşandêran werde.

ABBAS: ÎSRAÎL BERPIRSYAR E

Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê jî ragihand ku berpirsyarê yekane yê ji kuştinan dewleta Îsraîlê ye. Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas bi rêya televîzyonê ji gel re axivî û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî helwesta Îsraîlê gelê Fîlîstînê biparêze.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang kir ku li ser bûyerên roja Înê lêpirsîneke serbixwe û zelal were kirin. Yekîtiya Ewropayê jî xwest, her kes xwe ji çalakiyên ku rê li ber mirina sivîlan vedikin vegirin.