NÛ BÛ

Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 39’emîn salvegera şehadeta hevrê Ezîz Ereb de got ku ew ji dil û can tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û jiyana xwe ji bo berxwedana hevpar a gelan feda kir.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi wesîleya salvegera 39’emîn a şehadeta gerîla û fermandarê Tevgera Azadiyê Hevrê Ezîz Ereb daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Federaayona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye:

“Yek ji têkoşer, gerîla û fermandarê Tevgera Azadiyê Hevrê Ezîz Ereb ê 17’ê Nîsana 1986’an li Botanê tevlî karwanê nemiran bû, em di 39’emîn salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kir, ji gelek gel, netewe û baweriyên cuda mirovên herî bijarte, durist û xwedî keramet hewand nav xwe. Yek ji wan lehengên heqîqetê jî hevrê Ezîz bû yê bi eslê xwe Ereb û dilê wî ji bo xwişk û biratiya gelan lê dida.

Fermandar û hevrêyê Apoyî Ezîz Ereb hîn di destpêka têkoşîna azadiyê de sala 1983’yan ku tevlî nav refên Tevgera Apoyî bû, heya şehadeta xwe bi coş û hêviyeke mezin di nav berxwedanê de cih girt.

Hevrê Ezîz ê bi fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) re jî li Botana dilê Kurdistanê têkoşîn meşand, hê ji wê demê de şoreşa îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê pêkve jiyana gelan ava bûye dîtibû.

Bi sedan şervanên azadiyê yên ji pêkhateya me ya Ereb in, îro navê xwe kirine Ezîz Ereb û ji bo pêşxistina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav têkoşîn û berxwedaneke herî bi rûmet de ne.

Weke gaziyên şer em soz didin gelên xwe em ê heya dawiyê ji bo armanc û hêviyên şehîdan têkoşîn bikin, ax û kerameta gelên xwe biparêzin.”