Îspanya rûniştina meclîsa Katalonyayê ‘qedexe’ kir

Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê, biryara ‘qedexekirina’ rûniştina Parlemantoya Hermî ya Katalonyayê ya roja Yekşemê bê kirin da.

Piştî referandûman 1’ê Cotmehê ku ji sedî 92 dengê ‘erê’ derket û şûnde rêveberiya Katalonyayê ji bo serxwebûnê rojan dijmêre.

Hat ragihandin ku rûniştina Parlatemoya Herêmî ya Katalonyayê ku wê roja Yekşemê îlana serxwebûnê bikira, hate qedexekirin. Biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn dayî, li ser nerazîbûna Partiya Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE( hatiye girtin.

Di biryara dadgehê de hate diyarkirin ku îlana serxwebûnê tê wateya îxlala destûra bingehî ya Îspanyayê û tê wataya tinekirina mafê parlemeteran.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles «ûîgdemont ê duh li ser televîzyonan xîtabî gel kir, nenaskirina Îspanya ya vîna gelê Katalan bi zimanekî tund rexne şermezar kir. Pûîgdemont li hemberî şideta polîsên Îspanya ya bi sedan mirov birîndar bûn banga pirsgirêkê bi muzakereyên aştiyane çareser bikin kir. Lê ev bang ji aliyê Serokwezîrê Îspanya Marîano Rajoy ve hate redkirin.