Îranê mesaja Trûmp red kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf, ji bo mesaja Trûmp a li ser êrîşên li Tehranê got, "mehdê mirovan jê dixele" û red kir.

Îranê nerazîbûn nîşanî mesaja Serokê DYA Donald Trûmp da, ku li ser êrîşên duh ên DAIŞ'ê yên li Tehranê weşandibû. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf, peyama sersaxiyê ya Trûmp a ji ber êrîşa li Tehranê red kir.

Zarîf bi rêya twîterê bersiv da Trûmp û ev nivîsand: "Ji Qesra Spî, daxuyaniyeke ku mehdê mirovan dixelîne... Gelê Îranê îdîayên bi vî rengî yên dostaniyê yên DYA red dike."

Trûmp di peyama xwe ya li ser êrîşên DAIŞ'ê yên li Tehranê de ji bo Îranê gotina "Welatê ku destekê dide terorê" nivîsandibû. Trûmp di peyama xwe de gotibû, "Ez ji bo gelê Îranê dia dikim" û ragihandibû, ku welatên destekê didin terorê, di nava rîskê de ne ku bibin qurbanê nebaşiya belavbûna terorê.

Li Tehranê duh li avahiya parlamentê û li gora yek ji lîderên olî yên Îranê Ayetûllah Hûmeynî êrîş hatibûn kirin û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 42 jî birîndar bûbûn. DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girtibû.