Îranê du fuzeyên nû da nasandin

Wezareta Parastinê ya Îranê du fuzeyên nû da nasandin ku yek ji wan fuzeya balîstîk e.

Li gel zextên DYE'yê yên ji bo rawestandina bernameya balîstîk, dewleta Îranê du fuzeyên nû da nasandin.

Wezîr Amîr Hatemî got, "Fuzeya balîstîk a ku navê Qasim Silêmanî lê hatiye kirin digihêje 1.400 kîlometreyî, fuzeya bi navê Ebû Mehdî jî digihêje 1.000 kîlometreyî."

Fermandarê Hêzên Qûdsê yê ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Kasim Silêmanî û şefê hêza milîs a Iraqî Ebû Mehdî El Muhendîs meha Çileyê li Bexdayê di êrişa DYE'yê de hatibûn kuştin.