Îranê dest danî ser keştiyeke ya Emîrtiya Ereban

Wezîreta Karê Derve ya Îranê piştî qetilkirina du masîvanên Îranî yên li Kendavê û şûnde ragihand ku dest daniye ser keştiyeke ya Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) û sefîrê EEY’yê jî vexwendiye.

Hate ragihandin ku 17’ê Tebaxê keştiyeke ya Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) ji ber bûyereke li Kendavê piştî kuştina masîvanên Îranî hatibû rawestandin.

Hate ragihandin ku keştiyên ewlekariya paravê yên EEY’yê gule li gelek keştiyên masîvana reşandine û 2 masîvan kuştine.

Wezareta Karê Derve daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî kuştina masîvanan lêpirsînek dane destpêkirin.

Li gorî nûçeya Reûtersê, Wezareta Karê Derve ya EEY’yê li ser mijarê dayîna daxuyaniyekê red kir.

Ajansa WAM a dewleta EEY’yê diyar kir ku yekîneyên ewlekariya paravê yên EEY’yê ya yek ji welatên Kendavê ye dema ku 8 masîvanên dixwestin sînorên deryayî derbas bikin, hewl dan ku wan rawestîne, lê têkildarî mijara kuştinê ti agahiyek parve nekir.