Îranê dest danî ser keştiyek din jî

Rejîma Îranê li Kendavê bi hinceta petrola qaxaç bar kiriye, dest danî ser keştiyek din a petrolê.

Li gorî çapemeniya Îranê Muhafizên Şoreşê keştiyek a Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) desteser kiriye.

Hate îdîakirin ku geştî 250 hezar lître petrola qaçax bar kiriye. Hate diyar kirin ku 11 kesên di keştiyê de jî hatine desteserkirin.

Ev bûyer piştî êrîşa bi droneyan ya li dijî tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê, hate kirin. Piştî vê êrîşê DYE Îran sûcdar kir. Milîsên Hûsî yên Yemenê êrîş li xwe girt.

Li Tengava Hurmuzê rageşî di asta herî bilind de ye. Muhafizên Şoreşê yên Îranê roja 7’ê Îlonê di keştiyek biyanî de 11 hemwelatiyên Fîlîpînê destgîrkiribû.

Aloziya li herêmê bi taybet ji meha Gulanê ve giran e. Li dijî hinek keştiyan êrîş pêk hat roja 14 û 19’ê Tîrmehê Muhafizên Şoreşê 2 keştî desteser kiribûn.

Roja 31’ê Tîrmehê Tehranê dest danîbû li ser keştiyek û 7 endamên keştiyê. Keştî bi sûcê 700 hezar lître petrola qaçax barkiriye hatibû sûcdar kirin.