Îran li dijî nêrîna hevdîtina dualî ya bi Washingtonê re ye

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku ew li dijî nêrîna 'nîqaşa dualî' ya bi DYE'yê re ne û got, di prensîbê de welatê wî li dijî vê yekê ye.

Serokkomarê Îranê li Parlamentê axivî û diyar kir, ew li dijî nêrîna hevdîtina dualî ya bi DYE'yê re ne.

Li gorî Rûhanê, welatê wî di prensîbê de li dijî hevdîtineke bi vî rengî ye.

Rûhanî her wiha diyar kir, wê sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerî de rojên bê kêmtir bikin. Serokkomarê Îranê got, eger bi Ewropiyan re di mijarê de encamekê wernegirin hingî heta Pêncşemê wê sozên xwe kêm bikin.

Piştî ku DYE di sala 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana enerjiya nukleerê vekişand û ji nû ve pêkanîn li Îranê ferz kir, alozî mezin bû. Îranê jî weke bersiv ragihand ku wan hin sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerê de betal kirine û stoka xwe ya ûranyûma dewlemendkirî bilindtir kir.

Di serî de Fransa welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo aloziyê kêm bike û peymana nukleerî bidomîne ketin nava hewldanan. Fransa bi rola navbeynkariyê tevgeriya û bi Îranê re dest bi hevdîtinên nû kir.