Îran ji îmzevanên peymana nukleer mîsogeriyê dixwaze

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Zarîf diyar kir ku piştî vekişandina DYA’yê ew ji îmzevanên peymana nukleer mîsogeriyê dixwazin.

Zarîf diyar kir ku di tûra Pekîn, Moskova û Brukselê de ew ê mîsogeriyan bixwazin ên ku ‘berjewendiya Tehranê tê parastin.”

Wezîrê Karên Derve got ku, “Tekane hedefa van muzakereyan ev e ku bi van peymanan re mîsogerî werin bidestxistin ên ku berjewendiya gelê Îranê lê tê parastin.”

Zarîf ev daxuyanî di serdana Moskovayê de kir. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku divê Rûsya û Ewrûpa di vê dosyeyê de berjewendiyên xwe biparêzin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Parlementoya Ewrûpayê, welatên Ewrûpayê ji bo meseleya peymana nukleerê karibin mîsogeriyê bidin Îranê 60 rojên wan hene.