Îran: Fikrên Parîs û Tehranê nêzî hev in

Berdevkê hikumetê yê Îranê Alî Rabîeyî diyar kir ku di gelek waran de fikrên Fransayê û Îranê nêzî hev in.

Berdevk Rabîeyî diyar kir ku ev nêzbûn bi saya hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokkomarê Emmanûel Macrûn û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî de pêk hatiye.

Berdevk got ku “Gelekî baş e ku fikr nêzî hev bûne û ji bo ku welatên Ewropayê di çarçoveya peymana nukleer de qewlên xwe pêk bîne, nîqaşên teknîkî dikin.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp di dema civîna G7’de ya li bajarê Bîarrtîz ê Fransayê diyar kiribû ku ew dikare bi Serokkomar Hasan Rûhanî re hevdîtinê bike. Lê rayedarên Îranê xwestibûn ku bila zextên aborî were rakirin û DYE ji nû ve tevlî peymana nukleer bibe.

Fransa qasidiyê dike û ji civîna G7 û vir ve hevdîtinên dîplomatîk bi Îranê re dike.