Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' Wallerstein bi bîr anî

Însiyatîfa Navneteweyî ya "Azadî ji Ocalan re-Aştî ji Kurdistanê re" civaknasê Amerîkî Immanuel Wallerstein ê dawiya meha Tebaxê koça dawî kir bi peyamekê bi bîr anî.

Însiyatîfa Navneteweyî Wallerstein weke "Zanyarê demê" pênase kir.

Însiyatîfê di nameya xwe de ku ji bo malbata Wallerstein şand diyar kir, "Koça wî ya dawî ji bo me hemûyan windahiyeke mezine. Analîzên xurt ên Wallerstein di mijara qutbûna ji sîstema dinyayê kir ku ew ji civaknasên heyî cudatir be.

Însiyatîfê ragihand, analîza dinya-sîstemê ya Wallerstein hem ji bo Ocalan hem jî ji bo tevgera azadiyê ya Kurd bû alîkar ku karibin têkçûna ree sosyalîzmê baştir analîz bikin.

Di peyamê de hate ragihandin ku Immanuel Wallerstein bi dehan salan bi biryardarî li gel gelên bindest bû û got, "Li Kurdistanê bi xurtî hate xwendin û gelek pênaseyên wî bandor li nêrînên azadîxwazên li Rojhilata Navîn kir. Yê ku herî pir bal kişand jî Abdullah Ocalan e. Ocalan gelek pirtûkên Immanuel Wallerstein xwend û qala bandora wî ya sereke kir."

Di peyama însiyatîfê de hate gotin, "Dinyayê ew weke zanyarekî mezin nas kir. Li mala xwe jî yekî dilnizm û qûbar bû. Zanyarekî rasteqîn ê sedsala 21'ê koç kir."