Çînê hişyarî da welatiyên xwe yên Tirkiyê

Piştî helwesta rejîma Tirk a li ser kêmarên Uygur, rêveberiya Çînê hişyarî da welatiyên xwe yên Tirkiyê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan piranî jê Uygur 1 milyon Misilman li herêma Sîncanê ya li bakurê rojava li navendên perwerdehiyên siyasî têne girtin. Çîn ev sûcdarî qebûl nekir, diyar kir, ji bo ku pêşî li radîkalbûna Îslamî bigirin, wan ''navendên perwerdehiya pîşeyî'' ava kirine. Herêma Sîncanê piranî jê Uygur nifûsa wê 10 milyon e.

Rejîma Erdogan gavên li bara Uyguran weke 'şerma mirovahiyê' nirxandibû û bang li NY'yê kiribû ku dawî li 'trajediyê' bîne.

Sefîrê Çînê yê li Enqerê got, ''Em careke dî bang li welatiyên Çînê yên li Tirkiyê û li turîstên Çînî yên li Tirkiyê dikin ku li xwe guhdar bin, hay ji ewlehiya xwe ya şexsî û malê xwe hebin.''

Li Tirkiyê gelek caran piştî daxuyaniya hikûmetê li dijî biyaniyan êrîşên hîsterîk çêbûbûn.