Çima mêran hîn bêhtir deng dan partiya nîjadperest?

Partiya nîjadperest AfD'ê mohra xwe li hilbijartinên Yekşemê yên li eyaletên Brandenburg û Saksonya yên Elmanyayê xist. Ya balkêş ew bû, li her du eyaletan jî yên herî bêhtir dengê xwe dan partiya nîjadperest mêr bûn.

Encamên hilbijartinên Yekşemê yên li eyaletên Bradenburg û Saksonya yên li rojhilatê Elmanyayê tên nîqaşkirin. Ji ber ku partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) di hilbijartinên her du eyaletan de rêjeya dengê xwe gelekî bilind kir. Ev yek jî bû sedema fikaran.

Partiya nîjadperest li her du eyaletan bû partiya duyemîn a herî mezin. Li Saksonyayê 27 ji sedî, li Brandenburgê jî 22 ji sedî yê dengan wergirt. Pisporan heman piştî hilbijartinê profîla hilbijêran nirxandin û tespît kirin ku ji jinan bêhtir mêr ber bi AfD'ê ve çûne.

Li gorî lêkolîna qenala televîzyonê ZDF'ê li Saksonyayê 33 ji sedî yê mêran û 22 ji sedî yê jinan dengê xwe dane AfD'ê. Li vê eyaletê eşkere bû ku jinan bi giranî dengê xwe dane partiya Serokwezîr Angela Merkel CDU. Li gorî encamên heman lêkolînê li Brandenburgê jî 30 ji sedî yê mêran û 19 ji sedî yê jinan dengê xwe dane AfD'ê. Li Brandenburgê jinan bi giranî dengê xwe dan sosyal demokratan.

'AfD'Ê TÎPÊ KLASÎK Ê JINÊ FERZ DIKE'

Der barê vê mijarê de gelek teoriyên cuda hene. Ji Zanîngeha Leipzigê Prof. Holger Lengfeld ji rojnameya Bild re axivî û diyar kir, "Li nava civakeke ku jiyana wekhev qebûl kiriye û ev yek timî di rojevê de ye, bêguman wê nêzîkatiya zayendî ya partiyeke tund a mûxafazakar a li dijî jinan balê nekişîne." Prof. Lengfeld destnîşan kir ku AfD'ê tîpa klasîk a jinan ferz dike û got, "Di nava malbatê de rola mûxafazakar didin jinê. Ev nêzîkatiya AfD'ê bala jinan nakişîne."

Li gorî teoriyeke din, ji ber ku siyasetmedarên AfD'î li qadên hilbijartinê dikirin qareqar û dibûn sedema tundiyê, jin ji vê partiyê sar bûn. Prof. Lengfeld ku civaknas e got, "Ev yek jî dibetiyeke xurt e. Ji ber ku nêzîkatiya êrîşkar a AfD'ê jinan ditirsîne."

Li gorî heman teoriyê mêran ji rêbaza êrîşkar a siyasetmedaran hez kirine, lewma dengê xwe dane AfD'ê. Li gorî nêrîneke din, partiya rastgiriya tund ji aliyê siyasî ve li dijî kotaya jinê ye û ji ber vê yekê jinan kêm deng dan wê partiyê.