4 milyar mirov ji mafên ewlekariya civakî bêpar in

Li gorî rapora Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO), herî kêm 4 milyar mirov li gelempleriya cîhanê ji mafên ewlekariya civakî bêpar in.

Di rapora ILO de, mafên ewlekariya civakî yên 7,5 milyar mirovên li ser rûyê erdê hate nirxandin û hat destnîşankirin ku beşa mezin a vê nifûsê ji vî mafî bêpar e.

Li gorî raporê, 55 ji sedî yê nifûsa cîhanê ji ewlekariya tenduristiyê, alîkariya tenduristiya dayik û zarok û alîkariya malbatê bêpar e. Hat tespîtkirin ku zêdeyî 4 milyar mirov dema bêkar bimînin, extiyar an jî astengdar bibin wê nikaribin alîkariyê peyda bikin.

Di heman raporê de hat ragihandin ku tenê 29 ji sedî yê nifûsa cîhanê xwedî mafên ewlekariya civakî ne.

Tevî mirovên tenê ji hin mafan sûdê werdigirin re, rêjeya mirovên ji ewlekariya civakî bêpar in, 71 ji sedî ye.

TENÊ YEK JI SÊ ZAROKAN DIKARIN JI MAFÊN CIVAKÎ SÛDÊ WERBIGIRIN

Li gorî raporê, bi taybetî li welatên Afrîka û Asyayê, ji bo ewlekariya civakî divê 'hewldanên mezin' bên kirin.

Di rapora ILO'yê de bal tê kişandin ser rewşa zarokan û tê destnîşanikrin ku rêjeya zarokên dikarin ji mafên ewlekariya civakî sûdê werbigirin, 35 ji sedî ye. Piraniya 1,3 milyar zarokên ji ewlekariya civakî bêpar in, li welatên Afrîka û Asyayê dijîn.

4 JI 5 BÊKARAN JI SÎGORTA BÊKARIYÊ BÊPAR IN

Li gorî rapora ILO'yê, 21.8 ji sedî yê bêkaran dikarin ji sîgorta bêkariyê sûdê werbigirin. Di nava mirovên extiyar re ev rêje zêdetir e. Rêjeya mirovên alîkariya extiyariyê ya jî mûçeyê teqawîtiyê digirin, 68 ji sedî ye. Piraniya van mirovan jî di nava xizaniyê de dijîn.

TENÊ 28 JI SEDÎ YÊ ASTENGDARAN

Komeke din a ji ewlekariya civakî bêpar e, mirovên ku piraniya bedena wan astengdar e. Li gorî raporê, tenê 27,8 ê astengdarên giran xwedî mafê ewlekariya civakî ne.

Li gorî raporê, li Fransa, Îtalya, Elmanya, Spanya û welatên Skandînavyayê, zêdeyî 15 ji sedî yê lêçûnên cemaweriyê ji bo ewlekariya civakî tên veqetandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brezîlya, Misir û welatên mîna wan, ev rêje 10 heta 15 ji sedî ye.