TAJÊ-Ewropa hate damezrandin
Jinên Kurd ên Êzidî yên li Ewropayê, ji bo xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa) ava kirin.
Jinên Kurd ên Êzidî yên li Ewropayê, ji bo xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa) ava kirin.
Kongreya damezrandina Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa), bi beşdariya gelek delege û mêvanan duh li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê hate lidarxistin.
Kongre bi dirûşma "Bi jina azad ber bi Şengal a azad û demokratîk ve" pêk hat û diyarî Şehîdên Şengalê û Qereçoxê hate kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, Yildiz Aktaş axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Qereçoxê ku wek destpêka pêvajoyeke nû bi nav kir.
Aktaş diyar kir, di dîroka Kurdistanê her tim du xet li beramberî hev meşiyan û got, "Ev xet, xeta berxwedanê û xeta dîrokê ye. Mîna her carê, wê vê carê jî xiyanet bi ser nekeve."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî peyamek bi dîmen ji kongreyê re şand û destnîşan kir, ku rejîma faşîst a Tirk bi konsepteke berfireh hewl dide civaka Êzidî tine bike.
Di vê çarçoveyê de Avesta işaret bi girîngiya rêxistinbûna jinên Êzidî, bi taybetî yên li Ewropayê kir.
Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin û bi dorê peyama Yekîneyên Jinên Şengalê (YŞJ) û rapora xebatê ya salekê hatin xwendin.
Delegeyên kongreyê kêmasiyên xwe nirxandin û ji bo serdana penaberên Êzidî yên li Ewropayê bê kirin û alîkarî ji wan re bê dayîn, biryar hat dayîn komîteyek wer eavakirin.
Di nîqaşan de her wiha bal hate kişandin ser lawaziya meclîsên heta niha dixebitîn û hat destnîşankirin, ku bi avabûna TAJÊ Ewropayê re wê demildest li ser van kêmasiyan bê rawestîn.
Di kongreyê de xeta PDK'ê bi tundî hate rexnekirin û hat gotin, "Em Kurd in, em koka Kurdîtî û Kurdistanê ne. Lewma weke jinên Êzidî, em ê bi felsefeya Rêber Apo lez bidin rêxistinbûna xwe û xwedî li mîrateya Meyrem Xan û Zarîfeyan heta Bêrîvan û Nûjiyanan derkevin."
Di dawiya kongreyê de Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa) hate ragihandin û 52 jinên ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimire xiyanet" û "Bijî Êzîdxan" qediya.
Di civîna destpêkê ya piştî kongreyê de wê rêveberî, berdevkên rêveberiyê û plansaziyê bên eşkerekirin.