Li merasîma xelatdayinê ya li Swêdê ya ji bo Aslî Erdogan, bertek li dijî faşîzma AKP’ê

Ji bo Aslî Erdogan a girtî li Swêdê xelata Tucholsky hate dayin. Di axaftinên xelatdayinê de hate gotin faşîzma AKP’ê ji bo hemû cîhanê bûye tehdît.

Kuluba PEN a Swêdê bi wesîleya 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanê de xelata Tucholsky ya 2016’an dane nivîskar Aslî Erdogan, ku di heman demê de Endamê Desteya Şêwirmend a rojnameya Ozgur Gundemê ye. Merasîma Xelatdayinê li Mala Çandê ya Stockholmê pêk hat.

Di merasîmê de gelek nivîskar û nûçegihanên Swêdî jî amade bûn. Xelata Erdogan, dayîka wê ji destê Wezîra Çand û Demokrasiyê ya Swêdê, Alîce Bah Kunhnke wergirt.

 ‘ÊRÎŞÊN ERDOGAN JI BO HEMÛ EWROPAYÊ TEHDÎD E ‘’

Di destpêka merasîmê de Serokê Klûba PEN’ê Ola Larsmo axivî û go:, ‘’Dema ku em niha behsa Asli Erdogan dikin, di heman demê de em 136 kesên ku di girtîgehê de ne jî bi bîr tînin. Êrîşa Recep Tayîp Erdogan a li ser azadiya derbirînê ji bo hemû Ewropayê û civaka sivîl tehdîd e’’

WEZÎRA SWÊDÎ: ÊN LI DERVE JÎ DI TALOKEYÊ DE NE

Kunhnke wiha anî ziman: ‘’Aslî Erdogan di girtîgehê de ye lê ya xirabtir ew e ku kesên li derve ji ber ku heqê xwe bi kar tînin bi wê rîskê re hevrû ne ku ew jî têkevin girtîgehê.’’

 

...