Li Essenê filmê 14’ê Tîrmehê’ hate temaşekirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Essenê filmê ‘14’ê Tîrmehê’ temaşe kirin.

Li bajarê Essen ê Elamanyayê, filmê ‘14’ê Tîrmehê’ ku hovîtiya Zindana Amedê tîne ziman hate nîşandan.

Filmê ku li salona sînemayê ya Astra Theater Lûne hat pêşkêşkirin eleqeyk zêde hate nîşandan. Derhênerê film Haşim Aydemîr, piştî temaşekirina film axivî behsa zorî û astengiyên ku di amadekirina film de kişandîn, kir.

Li Zinana Amedê ya ku dewletê xwe li ser her tiştî re didît û rûmeta mirovahiyê tine dihesiband, xwestin Kurdan û Apociyan bikin Tirk. Li dijî hişmendiya dewletê ya ku vê bi rêya êşkenceyê dikir, berxwedanekî bi heybet destpê kir. Mijara film vê zilmê û berxwedana di zindanê de ye.

Yên ku temaşeyî film kirin wiha nêrînên xwe anîn ziman:

Hevserokê Meclîsa Gel a Essen Yilmaz Gultekîn:

“Ji bo hesret û xeyalên gelê Kurd li bajarê herî mezin ê Kurdistanê li Zindana Amedê ya No 5 xwestin bixin bin betonê, êşkence û zilmên dij mirovahiyê hatin kirin. Li dijî vê jî komekî şervanên azadiya Kurdistanê bi vînekî mezin ji bo mafê herî bingehîn ên cîhanê û azadiyê mirin dan pêşiya xwe û dest bi berxwedanê kirin. Yek ji çalakiya wan a herî girîng jî çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an bû.

Em spasiya Derhêner Haşim Aydemir û hevalên ciwan ên hunermed dikin ku berhemekî wisa amade kirî, dikin. Têkoşîna mirovî û azadiyê ya ku bi kesekê destpê kir îro gihiştiye bi milyonan.”

Hevberdevkê Eyaleta Navîn a NAV-DEM’ê Piril Mûstefa:

“Mazlûm ê ku li dijî îxanet û teslîmyetê di şeva Newrozê de ku canê xwe dayî ber agir, peyam da her kesê, di heman demê de Çalakiya Çaran jî bû. Çalakiya Çaran êdî li zindanê hişmendiya teslîmyetê vala derxist û bi çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê re hem li hundir û hem jî li derve re ji aliyê her kesê ve bilind bû gihişte milyonan. Ji bo vê çirûska yekem girîng e. Heta ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî ciwanên Kurd li zindana Amedê hatî kirin bê dîtin û çawa hatine van rojan, berdêlên çiqas giranbiha hatiye dayîn divê her kes temaşeyî vê filmê bike. Spasiya her kesê ku di vê filmê de ket dayî dikim. Şehîdên berxwedana zindanê bibîr tînim.”

Berdevkê Komîsyona Edalet û Aştiyê yê Mala Gel Mûnzûr Kaya:

“Di serî de Haşim Aydemîr ji ber film pîroz dikim. Filmekî pir bi hestyar û detayên baş têde bi cih kiriye. Her çendî gelek alî mane ku kêm be, lê dîsa filmekî pir baş bû. Em êşkenceyên kul i ser mirovên şoreşger hatine kirin pir baş dizanin. Şoreşgerên ku di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.”

Darbeya 12’ê Îlona 1980’an, beriya wê, piştî wê, faşîzma ku hê di roja me ya îro de û pêkanînên dij mirovahiyê dewam dikin.

Ji bo demokrasî, mafên wekhev, ên ku di têkoşîna rûmetê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bîr tînim. Berxwedana wan finda me ye.