Li Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir.
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsekî jinek û zarokê wê qetil kir.
Li lojmanên polîsan ên li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsê bi navê H.Ş. ku li Midûriyeta Polîsan a Bajêr wezîfedar e, jina pê re zewicî M.Ş. û lawê wê K.H.Ş. (3) bi çekê qetil kirin. Polîs H.Ş. piştre bi heman çekê xwe kuşt.
Piştî lêkolînên hatin kirin, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.