Jinên li Skandînavyayê rojbûna Ocalan pîroz kirin

Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda pîroz kirin.

Li welatên Skandînavyayê; li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê, jinên Kurd rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li komeleyan, mal, hewş û şaneşînên malên xwe pîroz kirin.

Ji ber tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê, Kurdistaniyan nekarîn rojbûna Ocalan bi rengekî girseyî pîroz bikin. Lewma bi çalakiyên cuda rojbûna Rêberê xwe pîroz kirin û xwestin bê berdan.

Jinên Kurd tevî zarokên xwe li komele û malên xwe li hev kom bûn, wêneyên Ocalan bi dîwar ve kirin û alên Tevgera Azadiyê ya Kurd hildan. Kurdistaniyan pastanaya rojbûnê pîroz kirin û piştre peyamên dilsoziya bi Ocalan re dan.

Li hin bajaran jî jinan li hewş û şaneşînên malên xwe pîrozbahî kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, di pîrozbahiya li malekê de Hozan Fîgen ji bo Ocalan stran got.

Di pîrozbahiyê de her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji Ocalan re" hatin avêtin.

Jinên Kurd her wiha li medya civakî ji bo berdana Ocalan û girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin.