HPG'ê şehîdên Xerzanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Hevrêyên me bi berxwedana xwe bûn mînakê şervaniya rûmetê û fedaîtiya Apoyî."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya 8'ê Hezîranê de me ragihandibû ku 4'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li gundê Siyanîs ê navçeya Hawêl a Sêrtê dest bi operasyonê kiriye û di vê operasyonê de 2 hevalên me yên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sînan Garzan

Nav paşnav: Fîkret Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Turkan-Sabrî

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2020'an / Sêrt

Nasnav: Xemgîn Ronî

Nav paşnav: Serhat Çakir

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Herdem-Gurgîz

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Hezîrana 2020'an / Sêrt

Di daxuyaniya 23'ê Hezîranê de me diyar kiribûn ku 19'ê Hezîranê artêşa TC a dagirker li gundê Siyamîr ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dest bi operasyonê kiriye û di vê operasyonê de ku heta 22'ê Hezîranê dewam kir, hevalên me Çekdar û Dersim ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çekdar Canfeda

Nav paşnav: Abdulkahar Çoban

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Mevlude-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2020'an / Bedlîs

Nasnav: Dersim Çekdar

Nav paşnav: Recep Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Fahriye-Abît

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Hezîrana 2020'an / Bedlîs

Mêtingerî û dagirkeriya li Kurdistanê bi êrişkariyeke faşîzan tê meşandin ku mînaka wê li dinyayê nîne. Hêzên emperyalîst û nokerên wan ji bo berjewendiyên xwe bi salan e mafên gelê Kurd ji kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst re hiştine. Ji dema avabûna dewleta faşîst û vir ve kiryarên komkujî û asîmîlasyonê bênavber dewam kiriye. Yên ku desteka herî zêde dan dewleta dagirker û kiryarên qirkirinê teşwîq kirin hêzên modernîteya kapîtalîst bûn. Hêzên kapîtalîst ku di kêliya dawî ya zîhniyeta faşîst de ew rizgar kirin, piştî her kiryara qirkirinê xelat da vê zîhniyeta faşîst û hêz da ku komkujiyên nû bike. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li dijî koalîsyoneke emperyalîst a bi vî rengî têdikoşe û lehengên pêşeng ên vê têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê, li dijî nebaşiyê bi biryardarî û îradeyeke xurt têdikoşin. Felsefeya Rêber Apo û berxwedana şehîdên me herikîna dîroka mirovahiyê guherandin û veguherandin tevgerekê ku bûye hêvî ji gelên bindest re. Lehengên her serdemê ev berxwedan gaveke din nêzî serketinê kirin û ala berxwedanê radestî şopdarên xwe kirin. Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn bûn lehengên pêşeng ên vê serdemê.

Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn bi welatparêziya Kurdistanê mezin bûn û ji bo dawî li dagirkeriya zîhniyeta faşîst bînin tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo têkoşîna şehîdan mezin bikin û bigihînin serketinê, ked û ebrxwedaneke mezin nîşan dan. Hevrêyên me bi sekna xwe ya fedayî û daxwaza xwe ya têkoşînê, bûn tirsa dilê hêzên dagirker.

Li dijî hewldanên komên çete noker ên dewleta faşîst, bi îrade û biryardariya xwe cihê xwe di dilê gelê me yê Garzanê de girtin. Hevrêyên me Çekdar, Dersim, Sînan û Xemgîn di operasyonên dewleta dagirker de yên bi rêbazên tirsonekî û xiyaneta nokeran de bi berxwedana xwe destana lehengiyê nivîsandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Hevrêyên me bi berxwedana xwe şervaniya rûmetê û fedakariya APoyî temsîl kirin. Wê ji komplogeran tola hevrêyên me bê hilanîn û berxwedana wan bê biserxistin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê tola hevrêyên xwe yên bi komployeke tirsonekî hatin şehîdxistin ji nokeran hilînin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin."