Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî kontrayan a li Bazîdê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA-Star a 1’ê Hezîranê li navçeya Bazîd a Agiriyê weşand ku di çalakiyê de 6 kontra hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA-Starê ya 1’ê Hezîranê li navçeya Bazîd a Agiriyê weşand.

Dîmenên Çalakiyê;

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

Ev demek e ku artêşa Tirk a dagirker di navbera qereqolên Serêkaniyê û Kozîlî yên Bazîda Agiriyê rêya ewlehiyê çêdike. Hêzên me yên YJA-STAR'ê  di 1’ê Hezîranê de saet di 06.00’an de li dijî wesayîta transît a ku kontra tê de bûn û di çêkirina vê rêyê de dixebitine, çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

SERBAZEK Û LEŞKEREK HATIN KUŞTIN

Di çalakiyê de 6 kontra hatine kuştin û 2 kontra jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine û êvarê li qadê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe, bi paş ve hatiye kişandin. Artêşa Tirk a dagirker vê çalakiya li hemberî kontrayan, bi rêya medyaya di bin fermana xwe de wekî êrîşî li dijî sivîlan pêşkêş kiriye. Ev kontra tevî dagirkeran dixebitin, li hemberî nirxên gelê Kurd in û li hemberî gerîlayan bi dijmin re ne.”