BI DÎMEN

Ciwanên ji Qamişloyê: Em ê xaka xwe biparêzin

Ciwanên ji Qamişloyê anîn ziman ku ew bi biryar in li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Şehba û Til Rifetê xaka xwe biparêzin û banga piştevaniyê kirin.

Ji ber êrîşên 29'ê Mijdarê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê xelkê herêmê 2'ê Kanûnê neçar ma koç bike û ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadên ewle hatin bicihkirin. Êrîşên li ser Şehba û Til Rifetê xelkê Efrînê careke din tengav kir û bû sedem ku pêleke nû ya koçberiyê rû bide.

Ciwanên ji Qamişloyê yên ji ANF'ê re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo gelê koçberbûyî anîn ziman û diyar kirin ku ew bi biryar in xaka xwe biparêzin.

'WEZÎFEYA ME PARASTINA XAKA XWE YE'

Cûdî Îbrahîm got, "Êrîşên rojên dawî yên li ser Şehba û Til Rifetê gelê Efrînê careke din xist nava zor û zehmetiyê û bû sedem ku careke din koç bike. Em van êrîşan şermezar dikin û diyar dikin ku êşa gelê xwe ya li vê herêmê parve dikin. Weke ciwan wezîfeya me ya bingehîn parastina xaka xwe ye, piştgiriya ji bo gelê xwe yê koçberbûyî ye. Divê neyê jibîrkirin; xwediyê rastî yê vî welatî em ciwan in. Divê ji bo avakirina paşerojê em bi berpirsyarî rabin û bi vê têgihiştinê tevbigerin.

'EM BI QSD'Ê Û RÊVEBERIYA XWESER RE NE'

Tevlîbûna li seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate ragihandin, ji bo me ciwanan wezîfeya sereke ye. Her ciwanek ji bo parastina bajar, kolan, tax û mala xwe divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di pêvajoyeke ewçend krîtîk de berpirsyariya me ye ku li gel QSD û Rêveberiya Xweser xaka xwe biparêzin.

'JI BO PAŞEROJA XWE EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN'

Li gel hişyariyê divê ji bo parastina xaka xwe û xweparastinê em bi roleke çalak rabin. Di vê dema zehmet de pêwîstiyeke ku ciwan tevlî seferberiyê bibin û di nava piştevaniya civakî de tevbigerin. Ji bo parastina mafên gelên Efrîn û derdorê em têbikoşin, bûyerên berê qewimîn ji bîr nekin û ji bo avakirina paşerojeke hîn xurt bi hev re bixebitin."

'JI BER ÊRÎŞAN GELEK XWENDEKAR NEÇAR MAN NAVBERÊ BIDIN PERWERDEYÊ'

Ferîşte Dawûd jî êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar kir û got, "Ev gelê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve herî kêm du caran ji cih û warê xwe hate kirin, zor û zehmetiyeke giran lê tê kirin. Ji ber êrîşan ne tenê ji cih û warê xwe dibin; êrîş her wiha bandoreke neyînî li şert û mercên jiyanê yên gel jî dike. Ez weke xwendekarekê ji ber zor û zehmetiya hevalên min ên xwendekar diêşim. Ji ber êrîşan gelek xwendekaran neçar man navberê bidin perwerdeyê, paşeroja wan tarî dikin. Her êrîş bandoreke neyînî li jiyana perwerdeyê ya ciwanan dike. Vê rewşê bi tundî şermezar dikim.

Êşa gelê xwe parve dikim û ji bo piştgiriya bi wan re çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi biryar in ku gelê xwe ti carî bi tenê nehêlin. Parastina gelê me wezîfeya bingehîn a me ciwanan e. Ji bo paşeroja xwe divê em bi hev re di nava piştevaniyê de bin û li dijî her cûre êrîşan helwesteke hevpar nîşan bidin. Em li dora vê têkoşînê bicivin û bêrawestan ji bo paşeroja xwe bixebitin."

'EM JI BO JIYANEKE BI RÛMET Û AZAD ŞER DIKIN'

Sercan Sarîk jî got, "Jiyana gelê me yê Efrînê ku ji neçarî koç kiriye, ser û bin bûye. Lê belê divê neyê jibîrkirin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakeke xwişk û bira ye ku êşên xwe parve dike. Weke ciwan me ji bo gelê xwe yê koçberbûyî seferberî ragihand. Ji bo pêwîstiyên madî û manewî divê em li hev kom bibin û van zehmetiyan ji holê rakin."