'Ziman mercê yekemîn ê hebûna me ye'

Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Ziman mercê yekemîn ê hebûna me ye."

Bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me wê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e." 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Celadet A. Bedirxan di 15 Gulana sala 1932'an de, di pêşgotina xwe ya di hejmar û rûpelê 1'ê yê Hawarê de ew rêzên li jor nivîsandine û wiha dewam kir:

"Dema mirov qala zindîbûn û ji nû ve vejîna Zimanê Kurdî dike, divê mirov rol û xebata Celaded A. Bedirxan ji bîr neke. Li gel wî divê mirov rola rewşênbîrên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza(Yusuf), Qedrîcan, Kamiran Bedirxan û yên din jî, ji bîr neke. Di nav şert û mercên pir giran de ji 1932'an heta 1945´an, 57 hejmarên Kovara Hawarê derdikevin. Dîsa em pelên dîroka ziman û çanda kurdî di ser hev de diqulibînîn, dibînin, tovên zimên ên ku ji aliyê alim, zanyar û feylezofên Kurdan ên wek Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî û bi sedan yên din, li ser axa Kurdistanê hatine reşandin, di 15'ê Gulana 1932'an de bi Hawara Bedirxan û hevalên wî re, ji nû ve şîn dibe, gur û geş dibe û hetanî roja me ya îro tê. Ev roj di sala 2006'an de ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdan û Gelê Kurd ve jî hat pejirandin."

YEK JI PIRGIRÊKÊN HERÎ GIRÎNG, OTOASÎMÎLASYON E

Înstîtûta Kurdî bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî li qadên jiyanê yên weke perwerde, ragihandin, weşan, siyaset, aborî û bazirganiyê û got, "Dîsa ji pirsgirêkên ziman ên herî girîng yek jî otoasmilasyon e, ango xwe bi xwe bişavtin e. Berê her çiqas ziman qedexe bû jî, lê li gundan xetereya xwe bi xwe bişavtinê tine bû. Îro piraniya gundên her çar parçeyên Kurdistanê êdî vala ne. Ji ber zilma dagirkeran û ji ber mercên aborî gundî herikîne bajaran. Li van wargehên nû rêxistin û saziyên Kurdan gelekî zêde bûne. Lê mixabin li gel zêdebûna rêxistin û saziyan, çi li welat, çi li metropolên dagirkeran û çi jî li diyasporayê otoasîmîlasyon her diçe pêştetir û bi xeteretir dibe. Ji pirsgirêkên ziman yên girîngtirîn yek jî otoasmilasyon e, ango xwe bi xwe bişavtin e. Vê asîmîlasyonê bi destê sazûmaniyên desthilatdar dest pê kiriye, lê mexapin em jî, di malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe, bi destê xwe didomînin. Amûr û bingehê vê asîmîlasyonê ji bandora medya tê û bi taybetî zedetirîn li ser zarokan ev bandor tundtir û bihêztir e. Di vî warî de bandora dibistanan jî bi qasî ya medyayê bi xeter e. Lê, zimanê ku reh û rayeka xwe ji Şaristaniya Neolîtîkê bigire û çanda deh hezar salan pê were afirandin, ew her çi qas were qedexekirin, astengkirin û zept û zor li ser bin jî, di bin her şert û mercan de dikare xwe biparêze û wenda nebe. Esta zimanê kurdî jî, ji van zimanan yek e û di bin şert û mercên giran de hetanî îro hatiye û xwe parastiye."

EGER EM LI HER QADA JIYANÊ ZIMANÊ XWE BI KAR NEYNIN, WÊ JI XETERIYA TINEBÛNÊ NEFILITE

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Lê divê em vê jî ji bîr nekin, eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin û wî wek rohnayiya çavên xwe neparêzin, wek kes, malbat, sazî û civak wî di her qadên jiyanê de bi kar neynin, ew ê nikaribe xwe ji xetereya tunebûnê bifilitîne. Li ser vê bîr û baweriyê em dibêjin: Zimanê Kurdî hebûna me ye! Zimanê Kurdî nasnameya me ye! Û zimanê Kurdî rûmeta me ye! Bila Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz be!"