Wênesazên jin ên Kobanê lehengiya şervanan vedibêjin

Wênesazên jin ên Kobanê diyar kirin ku, ew di tabloyên xwe de hewl didin lehengiya şervanên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirine nîşan bidin û gotin, “Armanca min ew e ku ez bibim wênesazek navdar.”

Hunera wênesaziyê ew huner e ku di çarçeveya qaîdeyên estetîk de hest, raman an jî hesreta li ser du planî nîşan dide. Ji bo ku wêne were çêkirin, divê tevger, ronahî, reng, cih û hecm hebe. Wênesaziyên jin ên Kantona Kobanê Rojîn Reşê Mîrvan û Nûrcan Omer Hecî têkildarê rêwîtiya xwe ya ber bi wênesaziyê ve axivîn.

JI ZAROKTIYA XWE VE WÊNE XÊZ DIKE

Wênesaz Rojîn Reşê Mîrvan anî ziman ku, ew ji zaroktiya xwe ve eleqeyek mezin nîşanî hunera wênesaziyê dide û got, “Gelek biçûkbûm min wêne xêz dikir. Wênesazî hunereke ku mirov hestên xwe yên xemgînî ango kêfxweşiyê tîne ziman. Ez niha jî hewl didim ku di wêneyên xwe de çanda Kurdistanê zindî bikim û lehengiya ciwanên Kurdistanê ya li dijî çeteyên dagirker têdikoşin xêz bikim.”

Mîrvan destnîşan kir ku, bi saya felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin xelekên koletiyê yên ku pergala desthilatdariya mêr li ser ferz kiriye şikandiye û got, “Jin li her qadê jiyanê îsbat kir ku ji pênûs girtinê heta rakirina çek li hemberî her fikrê serî rakir û ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kir. Divê em weke wênesazan bi tablo û hêza firçeyên xwe ji bo avakirina civaka demokratîk xebat bidin meşandin.”

ARMANCA MIN EW E KU BIBIM WÊNESAZEK NAVDAR

Wênesaza Nûrcan Omer Hecî di derbarê rêwîtiya xwe ya wênesaziyê de ev tişt gotin, “5 sal in ez li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşa wênesaziyê re eleqedar dibim. Armanca min ew e ku, ez bibim wênesazeke bi nav û deng. Ez dixwazim çand, êş û azara civaka xwe bi rengên wê yên dîrokê derxim pêş."