Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido têkîldarî êrîşa Parîsê daxuyanî da

Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido êrîşa li Parîsê şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku erkên xwe bi cîh bîne.

Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser Parîsê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Çand û Hunerê ve Nejla Bozan ve hat xwendin.

Bozan got:  “23’ê Kanûnê li dijî Navenda Çandê a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de 3 Kurdên welatparêz û xebatkarên çand û hunera Kurdî şehîd bûn û birîndar hene. Em Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido vê êrîşê şermezar dikin.

Bêguman em dizanin ku plana vê êrîşa hovane li Enqereyê hatiye danîn û dewleta Tirk bi rêya MÎT’ê dixwaze li her derê gelê Kurd qir bike. Bûyera li Parîsê jî vê yekê eşkere dike. Bi hedefgirtina navendên çand û hunerê re dixwazin gelê me qir bikin û kaniya hunera Kurdî bimiçiqînin. Lê bêguman wê berxwedana gel van êrîşan pûç bike.

Balkêş e ku ev bûyer rastî salvegera komkujiya Parîsê pêk hat ku di qetlîama sala 2013’an de 3 pêşengên me şehîd bûbûn.

Di serî de hikumeta Fransayê, em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku erkên xwe pêk bînin û kujeran bidarizînin.”