Têbîniyên di kongreyê de
Têbîniyên di kongreyê de
Têbîniyên di kongreyê de
1'emîn kongreya Awarte ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ku bi silogana "Ev hêj destpêk e" li Enqereyê pêk hatî kelecanek bi reng û coş afirand.
Tiştên di kongreyê de derketî pêş:
- Bi hezaran kesên di seatên sibehê de ji derveyî bajêr bi otobusan hatîn rihekî coş dan kongreyê.
-Li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya ku carên din kongreyên BDP’ê lê dihat kirin polîsan durî wê bi awayekî cidî digirt lê belê di ya HDP’ê de gelek kêm xuya dikirin.
- Kongre yê ji bo avakirina HDP’ê perspektiftên avakirinê der xistin holê. Di diwanê de LGBTT’yî Ermenî, Kurd, beşên baweriyan, Ciwanan cihên xwe tê de girtin.
-Di kongreyê de nûnertiya jinê ya zêde bal kîşand.
- Kesên ku ji Kurdistanê beşdarî Kongreyê bûyîn zilam bi şal û şapik û jin jî bi cilên netewî û destmalên kesk, Sor û zer beşdar bûn.
Hevsera Ahmet Kaya Gulten Kaya û ya Yilmaz Guney Fatoş Guney beşdarî kongreyê bûn.
- Kesên ku ji bajarên cuda beşdarî kongreyê bûn di baxçe û salonê de bi xew ve di çûn.
- Peyama Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bal kêşand. Lê peyam ne hat xwedin.
-Di Kongreyê de navên serokên tevgerên şoreşgerên Tirkiyê Mahî Çayan, Deniz Gezmiş, Îbrahim Kaypakkaya û kadroyên pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Kemal Pir, Hakî Karer di hatin gotin.
- Di salano kongreyê de li ser herdû milên dîwar panka “Partiyarêveberiya cewherî, Partiya herî ciwan, Partiya renga reng, partiya azadiyê, partiya gelan, partiya demokratîk, Partiya kedê, Partiya ekolojiyê, partiya LGBTİ, Partiya wekheviyê, partiya jinê” hatibû hilawistandin.
- Di kongreyê de girseya ku di hat diyar kirin piranî ji Kurdan pêk di hat.
- Sedan kesên ji derveyî Salonê ji seatên sibehê heya kongre bi dawî bû stran gotin û govend gerandin.
- Mûzîkekî felsefe û armaca avakiran HDP’ê digre nava xwe hat pêşkêş kirin. Koma Kardeş Turkuler, stranên çandên cuda gotin.
Beşdarvanên ku ji Rojava hatîn egalên kesk sor û zer pêvekirin.
- Kongre bi zindî hat weşandin û ji aliyê gelek saziyên ragihandinê yên navnetewî ve jî hat şopandin.
- ji bo kesên kêmendam jî vegerandin hat bi karanîn.