Serlêdana Pêşbirka 4. a Wêne, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hate dirêjkirin

Komîteya Amadekar a Pêşbirka 4’emîn a Wêne, Çîrok û Helbestan a Denîz Fîrat ji ber şert û mercên direng gehiştina berhemên girtiyan biryara serlêdana dema pişbirkê heta 5’ê Tîrmehê dirêj kir.

Komîteya Pêşbirka 4’emîn a Wêne, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ku îsal diyarî Şehîdê Çapemeniyê Rizgar Denîz ê dema Pêngava Bagara Cizîrê li Dêra Zorê dişopan di encama êrîşeke întixarî de şehîd bibû, ji ber mercên direng agahdarbûna girtiyan û gihiştina berhemên wan biryar da ku serlêdana pêşbirkê ya ku wê 25’ê Hezîranê bi dawî biba heta 5’ê Tîrmehê dirêj kir.

Komîteyên bi vê boneyê dîsa bang li her kesê kir ku bi berhemên xwe tevlî pêşbirkê bibin.

Navnîşanên pêşbirkê wiha ne:

Hewlêr / Wargeha Ş.Rustem Cûdî a Mexmûr /
TEVGERA CIWANÊN MEXMÛR

[email protected]
[email protected]
www.facebook.com/denizfirat2015
+9647519015482 / +9647519012172