Serledana parêzeran bi hînceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin

Serledana parêzeran bi hînceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina heftane ya asayî ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de pêk nayê dîsa hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Huseyin Bogatekin, bi boneya bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 97 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.