Rewşa dawî ya li ser Korona

Her roja diçe hejmara kesên bi vîrûs dikevin û ji ber dimirin zêdetir dibin. Desthildata AKP-MHP’ê ya her roja diçe hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin ti tedbîran nagire, ji derveyî daneyên fermî her kesên agahî didin destgîr dikin.

Hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketine gihişte 800 hezar kesî. Her wiha hejmara kesên mirin jî gihişte 40 hezarî. Piştî DYE, Îtalya û Spanya welatên herî zêde mirov ji ber vîrûsê lê dimirinin.

TIRKIYE

Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên Tirk 10 hezar û 827 kes bi vîrûsê ketine û 168 kes jî mirine.

DYE

Li DYE’yê 164 hezar kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 100 kes jî mirine. 155 hezar jî tên dermankirin.

ÎTALYA

Zêdetirî 101 hezar kes bi vîrûsê ketine, 12 hezar kes jî mirine. 75 hezar jî tên dermankirin.

SPANYA

94 hezar kes bi vîrûsê ketine 8 hezar û 100 kes jî mirine.

ELMANYA

67 hezar kes bi vîrûsê ketine, 651 kes mirine, 50 hezar kes jî tê dermankirin.

FRANSA

Nêzî 45 hezar kes bi vîrûsê ketine, zêdetirî 3 hezar kes jî mirin, 33 hezar kes jî tên dermankirin.

QIRALYETA YEKBÛYÎ

Li Qiralyeta Yekibûyî jî 22 hezar 100 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 408 kes jî mirine. Zêdetirî 20 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎRAN

44 Hezar kes bi vîrûsê ketine, nêzî 3 hezar kes jî mirine. 27 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÎSRE

16 hezar kes bi vîrûsê ketine, 373 kes mirine. 14 hezar jî tên dermankirin.

BELÇÎKA

13 hezar kes bi vîrûsê ketine, 705 kes jî mirine.

HOLLANDA

11 hezar û 750 kes bi vîrûsê ketine, 864 kes jî mirine. 10 hezar kes jî tên dermankirin.

RÛSYA

Li Rûsyayê 2 hezar û 337 kes bi vîrûsê ketine, 18 kes jî mirine.

ENDONEZYA

Li welat 1 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, 136 kes jî mirine.

TANZANYA

Li Tanzanyayê 19 kes bi vîrûsê ketiye, kesek miriye.

ÇÎN

81 hezar û 158 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 305 kes jî mirin.e