Polîsan bi helîkopteran mudaxaleyî xwendekaran kirin
Polîsan bi helîkopteran mudaxaleyî xwendekaran kirin
Polîsan bi helîkopteran mudaxaleyî xwendekaran kirin
Li ODTU'yê xwendekarên ku çêkirina rê şermezar dikirin rastî mudaxaleya polîsan ya ava şid, gaz û bombeyên deng hatin.
Xwendekar ji bo çêkirina rê şermezar bikin, li ber deriyê A1 ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) li hev kom bûn, heta deriyê A4 meş lidarxistin. Xwendekaran xwestin heta qada ku rê tê çêkirin bimeşin û rastî mudaxaleya polîsan ya ava şid, gaz û bombeyên deng hatin.
Xwendekaran bi barîkatan rê birîn û agir pêxistin. Her wiha polîsan di mudaxaleyê de helîkopter jî bi kar anîn û mudaxaleya polîsan didome.