Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş. Denîz Firat li benda serlêdanan e

3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat, ji bo bîranîna endamên YPS'ê Mardîn Çelebî (Sarîna) û Îbrahîm Çelebî (Zîndan) ên li Hezexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, pêk tê.

Ji bo 3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat, ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, ji 22'ê Nîsana 2017'an û vir ve serlêdan tên kirin. Xelatên pêşbirkê jî wê di 8'ê Tebaxa 2017'an de bên dayîn.

Pêşbirka îsal ji bo bîranîna xwişk-bira Mardîn û Îbrahîm Çelebî yên li navçeya Hezex a Şirnexe di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, tê lidarxistin.

Serlêdan wê heta 25'ê Hezîranê karibin bên kirin.

Encamê pêşbirkê jî wê di 8'ê Tebaxa 2017'an de li wargeha penaberan a Mexmûrê bi merasîma xelatdayînê bê eşkerekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser pêşbirkê bi vî rengî ne:

Zimanê tevlîbûnê:
-Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî), Erebî û Tirkî

Mercên tevlîbûnê:
-Berhem divê beriya nih ali cihekî din nehatibe weşandin
-Beşdar di beşa helbestan de 2, di beşa çîrokê de jî bi berhemekê dikarin tevlî bibin
-Beşdar divê berhemên xwe bi kurtenivîsek li ser jiyana xwe, heta 25'ê Hezîrana 2017'an bi rêya e-maîlê bigihînin adresa hatiye dayîn

Hewlêr/ Kampa Penaberan a Mexmûrê / Saziya Ciwanan
Email: [email protected]
Email: [email protected]
www.facebook.com/denizfirat2015
Tel: +9647510615198/ +964751049589