Pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ li Lozanê dest pê dike

Pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ wê sibehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê dest pê dike.

Ji salvegera Peymana Lozanê ku 100 sal berê li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat îmzekirin û pê rê li ber sirgûn û qirkirina Kurd û Ermen û gelên din ên herêmê vebû, hindik maye.

Çalakiyên sala 100’emîn ên ku par ji aliyê Komîteya Bibîranîna Sala 100’emîn a Lozanê (Lozan 2023) ve meha Mijdarê dest pê hat kirin, bi konferans, panel, çalakiyên hunerî çandî berdewam in.

Di çarçoveya çalakiyên sala 100’emîn de, bi tevlêbûyîna hunermendên ji 4 aliyên Kurdistanê, Elmanya û Îtalyayê, wê sibehê pêşangeha bi navê "2+2=KRDSTN" li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê vekirin.

Pêşangeh, wê bi sernavê, ‘Gotinên ji aliyê me ve tên kirin’ li salona pêşangehan a bi navê Forûm d'hôtel de Vîlle ku li Plase de la Palûd, 1003 ye, bê danîn û heta bi 19’ê Gulanê ji bo serdanê vekirî be.

Di pêşangehê de ku kuratoriya wê ji aliyê Bariş Seyîtvan û Serdar Mûtlû ve tê kirin, wê berhemên van hunermendan lê hebin:

"Osman Ahmed, Havîn Al-Sîndy, Havar Amînî, Voorîa Arîa, Khadîja Baker, Savaş Boyraz, Wîrya Bûdaghî, Tîmûr Çelîk, Salah Ebrahîmî, Serhat Ertûna, Jacopo Gallîco, Fatoş Irwen, Eren Karakûş, Serpîl Odabaşi, Walîd Sitî, Hito Steyerl, Leyla Toprak."

WÊ BAL BI SER TEXRÎBATÊN PEYMANÊ DE BÊ KIŞANDIN

Serdar Mûtlû anî ziman ku ji ber Peymana Lozanê û encamên wê yên piştguhkirî, erdnîgariya Mezopotamyayê û Anatoliyayê ji nû ve hatiye biteşekirin û wiha got: “Bi fam û feraseta ‘yek netewe, yek ziman, yek al’ ku sed sal in berdewam e, li vê erdnîgariyê gelek qetlîam, qirkirinên çandî û sirgûn çêbûne.“

Mûtlû got ku wê dîroknas, hunermend û aktîvîst, balê bikişînin ser texrîbatên ku Peymana Lozanê bûye sedem û got: “Ji bo bibelgekirina pêvajoyê ji nû ve û zindîkirina bîra civakî ew ê hewil bidin ku bibin pêgeh.“

Mûtlû her wiha da xuyakirin ku navê navê pêşangeha ‘2+2=KRDSTN’ ji gotina Qazî Mihemed ku rêberekê dîroka nêz a Kurdan e, hatiye.