'Operasyona ewlekariyê em ji gelek metirsiyan parast'
Hîba El Elî û Neda Ebd El Helîm ên ji Hûmsê hatin û niha li Kampa Holê ne, diyar kirin ku operasyona ewlekariyê ew ji gelek xetereyan parastiye.
Hîba El Elî û Neda Ebd El Helîm ên ji Hûmsê hatin û niha li Kampa Holê ne, diyar kirin ku operasyona ewlekariyê ew ji gelek xetereyan parastiye.
Operasyona ewlekariyê ya li Kampa Holê dewam dike ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê, YPJ û QSD'ê ve li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate destpêkirin. Bi saya destwerdana bi biryar a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, operasyon bi hesasiyeteke mirovî dewam dike. Hêzên ku tevlî operasyonê bûne bi hesasiyeta civakî, bi taybetî jî bi berpirsyariya ji bo parastina mafên jin û zarokan bi baldarî tevdigerin. Ev operasyon ji bo ewlehiya herêmê û bidawîkirina rêxistiniya DAÎŞ'ê ye.
Di vê operasyonê de YPJ bi rola herî girîng û mezin radibe. YPJ ji bo parastina hemû jin û zarokên li kampê dixebite û wan ji gefan vedigirin. Di heman demê de bi hevkariya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re wezîfeya ewlekariyê bi rengekî serketî bi cih tîne. Li kampê gava ku rêveberî lawaz dibe, tundiya li dijî jinan jî zêde dibe. YPJ di vê mijarê de karekî çalak dike û hewl dide pêşî li tundiyê bigire. Şêniyên Kampa Holê vê helwesta exlaqî û nêzîkatiya însanî ya YPJ'ê ji xwe re dikin mînak. Ji ber ku YPJ di nava şert û mercên herî giran de rê li ber civakê dixe û gel diparêze.
Ji jinên li Kampa Holê Hîba El Elî û Neda Ebd El Helîm li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.
DAXWAZA HERÎ MEZIN A JINAN VEGERA LI JIYANEKE ASAYÎ YE
Hîba El Elî anî ziman ku hin jinên li beşa 'El Sûriyat'ê dimînin gelek karên xetere û veşartî dikin û got, "Em ji hin beşên vê kampê ditirsin, ji ber ku metirsiyeke cidî ye. Di heman demê de jiyanek bi qalibekî li ser me tê ferzkirin, ev yek jî bi zexta jinên xwedî mejiyê DAÎŞ'ê ve tê kirin. Zorê li me dike ku em li ser vî fikrî bin. Lê belê piştî ku operasyonê destpê kir em gelekî kêfxweş bûn. Ji ber ku em pê hesiyan ku em bi tenê nînin, di heman demê de hêzek heye ku dikare me ji vî mejî biparêze."
Neda Ebd El Helîm jî got, "Em di nava vê rewşa rêxistinî de mabûn, lê belê jinan roj bi roj rastî dîtin" û bi vî rengî dewam kir, "Zext êdî weke berê xurt nîne û her kesî ev rastî fêhm kir. Dawiya dawî me fêhm kir ku her tiştên ji me re hatin gotin derew e û ji bo em tevlî rêxistina terorê bibin xefik hatiye danîn. Piştî ku vê operasyonê destpê kir gelek tiştên veşartî şênber bûn. Me dît ku cihê em lê dimînin gelekî xetere ye û ev operasyon pêwîstî bû. Ev yek hem ji bo parastina me hem jî ji bo parastina zarokên me bû."
Daxwaza herî mezin a jinên li Kampa Holê vegera li jiyaneke asayî ya li derveyî kampê bû. Ji ber ku li vê kampê di nava şert û mercên gelekî zehmet de ne û dixwazin li malên xwe vegerin.