'Me got, heta dilopa dawî ya xwîna xwe'

Serhed Botan li qada Rîsorê di sala 2016'an de di çalakiyekê de birîndar bû. Got, "Me soz da, heta dilopa dawî ya xwîna xwe" û bi alîkariya hevalê xwe cara dawî pê li tetîkê kir û xatir xwest.

Dema ku di sohbetekê de qala wî hate kirin, hevalekî wî got "ew çi lehengek bû..." û piştre bêdeng bû... Serhed Botan ji nava xaka berhemdar berê xwe dide Cûdî.

Xwe digihîne bereket û pîrozmendiya Cûdî û careke din jê venaqete. Hevalên wî dema ku qala wî dikin dibêjin, 'bîsvîngvanekî pispor' bû. Gerîla Serhed di sala 2016'an de li qada Rîsorê di çalakiyekê de birîndar bû. Ji bo hevalên wî dest li rewşê wernedin û wî ji qada çalakiyê nebin ji wan re nabêje ku ew birîndar e. Piştî demekê dikeve erdê û serê xwe datîne ser çoka hevrêyê xwe. Jê re dibêje 'Heval min rake'. Hevalê wî li ber rabe jî bi ya wî dike û wî radike. Radihêje roketa xwe û dixe serê bîsvîngê û pê li tetîkê dike. Hingî ji hevalê xwe re dibêje, "Dema ku me soz dan me gotibû 'heta dilopa dawî ya xwîna xwe' heval" û dikene.

Dema ku roketa wî li hedefa xwe dikeve, ew jî nefesa xwe ya dawî dide. Wêneyê ku şehîd Serhed bi çavên li ken ji me re hişt wiha ye.