Li Şîlî bi dijwariya 6.6 pileyan erd hejiya
Li Şîlî bi dijwariya 6.6 pileyan erd hejiya
Li Şîlî bi dijwariya 6.6 pileyan erd hejiya
Li Şîlî bi dijwariya 6.6 pileyan erdhejek rû da. Enstîtuya Jeofîzîk a DYE'yî da xuyakirin ku ji ber erdhejê windahiya can çê nebûye.
Saziya Rewşên Lezgîn a Şîlî ragihand ku li bajarê Ovalle yê Eyaleta Coqûîmbo 10 kîlometre li binê erdê bi dijwariya 6.6 pileyî erd hejiyaye.
Saziyê got, "Erdehê zerar neda can û binesaziyê."
Waliyê eyaleta Coqûîmbo Jûan Manûel Fûenzalîda jî ji gel xwest, ku aram be. Rayedaran diyar kirin ku rîska tsûnamî nîne.
Bi gotina jeologan ji ber ku Şîlî li ser kembera ji agir a Pasîfîke, dem bi dem bi dijwarî diheje.
Di erdheja sala 2010'an a bi dijwariya 8.8'an de 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.