Li mihrîcana li Parîsê, Dîwana Dengbêjan hat danîn

Roja 3’yemîn a Mihrîcana Çandê ya Kurd a Parîsê ya 2’yemîn, Dîwana Dengbêjan hat danîn.

Di çarçoveya Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’yemîn de ku Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Fikir û Lêkolînên Li Ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Huner û Çandê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrand bi hev re organîze kir û şaredariyên Parîs, Parîsa 10’emîn, Bobîgny û Sarcelles bûn piştgir, Dîwana Dengbêjan hat danîn.

Hozan Şemdîn, Marûf, Tava Afrînê, Diyar, Ciwan, Hozan Serhat, Deza, Dîda û Piya û hunermend û dengbêjên Kurdistanî ku di bin banê TEV-ÇAND’ê de dixebitin tev li dîwanê bûn. Dîwan, bi axavtina Şaredarê Bobîgnyê û ya Hevserokê CDK-F’ê dest pê bû.

Şaredar Abdel Said, got: “Mala CDK-F’ê û organîzasyona mihrîcanê ava ku çalakiyeke dannasîna çanda Kurdan li herêma me li dar dixin.”

Salona dîwanê, bi kilîm û neqşên Kurdan hat xemilandin. Kilam hatin gotin, dannasîna xwarinên Kurdan hat kirin.

Roja çaran a mihrîcanê ji bo zarokan bû. Zarok, li Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk hatin ba hev, neqşên bi ziman û çanda xwe çêkirin û stran gotin.

Ji ber 40 sal in bi hunerê re mijûl e, Hozan Marûf hat xelatkirin. Li ser navê Komîteya Mihrîcanê Zozan Serhat ku ji Tevgera Jinên Kurd e, xelat da.