Li Hesekê 6 kes hatin kuştin

Li Hesekê 6 kes hatin kuştin

 Li Hesekê li ser pereyên ku koalîsyonê wek alîkarî şandibûn jibo gelê Hesekê, 2 malbatên bi ser muxalefetê de bi çekan şer kirin û di encamê de 6 kes hatin kuştin.

Li Taxa Xwêran a Hesekê di navbera Malbata Hirêt û malbata Ilêwî li ser pereyên ku ji aliyê Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê hatibû şandin pevçûnên çekdarî derketin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 2 kes ji malbata Hirêt û 4 kes ji malbata Ilêwî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin koalîsyona Niştimanî ya hêzên Muxalefeta Sûriyê (itîlaf) 190 hezar Euro wek alîkarî şandibûn. Çavkanî destnîşan kir ku pere gihiştin malbata Hirêt û li ser vê yekê malbata Ilêwî aciz bû û di encamê de di navbera herdû malbatan de pevçûna bi çekan derket. Hate hînbûn di encama pevçûnan de 6 kes hatin kuştin û pevçûn hîn dewam dikin.