Li Fîlîpînan xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê
Li Fîlîpînan xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê
Li Fîlîpînan xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê
Li Fîlîpînan, ku ji ber karesata Haiyanê zêdeyî 10 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, gel niha bi xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne. Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya xwarinê ya ji 300 mîlyon dolarî bang kir.
Li Fîlîpinan, ji ber bagera Haiyan ku roja Înê bakurê welêt serûbin kir, li gorî hejmarên fermî 1,744 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê rayedarên herêmî diyar dikin ku hejmara miriyan 10 hezar derbas kiriye.
Bi hezaran mirovên bê cih û war mane, niha jî bi xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon da xuyakirin ku xisara bagerê rê li ber vekiriye gelekî giran e û anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî ji bo hewldanên alîkariya însanî fonek ji 25 dolarî veqetandiye.
Neteweyên Yekbûyî, ji bo ev alîkarî bigihêje 300 mîlyon dolarî bang li dewletên navneteweyî kir.
Alîkara Sekrterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji Karên Însanî Berpirsyar Valerî Amos ji bo operasyona alîkariyê birêve bibe, gihaşt Manîlayê.
Manîla di daxuyaniya xwe ya ji bo BBC de diyar kir ku herêmên ketine bin bandor bagerê bi temamî neçarin û got, "Pêwistî xwarin, av û stargehan heye. Pêwistiya mirovan bi parastinê heye."
Konseya Bilind û Kêmkirina Rîskên Karesata Xwezayî da xuyakirin ku li herêmên Samar, Leyte, Cebu, Iloilo, Capiz, Aklan û Palawanê li 39 eyaletan 7 hezar û 488 gundan ji bagerê zerar dîtine û 2 hezar û 487 kes birîndar bûne.
Rayedaran her wiha ragihandin ku 673 kes jî bê cih û war mane.
Bagera Haiyan ku gihaşt dijwariya saetê 314 km'yî, weke bagera herî dijwar a heta niha hatiye qeydkirin, tê dîtin.