Li Enqerê 19 kes hatin berdan

Li Enqerê 19 kes hatin berdan

Piştî doza Ethem Sarisuluk ya li Enqerê  polîsan mudaxaleyî girseya piştgirî ya Etham kir, ji yên hatîn girtin 19 kes piştî kar û barên wan yên li dozgeriyê qediyan serbest hatin berdan.
 
Piştî doza Ethem Sarisuluk ya ku duh li 6. Dadgana Cezayê Giran ya Enqerê di hat pêkanîn polîsan mudaxaleye kirîbû, kesên hatîn binçav kirin şandîn li Edliya Enqer. Piştî  kar û barê Goksel İlgin, Yigithan Kavukçu, Serhat Engin, Koser Deniz Altayli, Semih Tûrhan, Sileyman Boyraz, Haydar Taşkit, Arda Şahin, Arifcan Şener, Kenan Kokluagaç, Kardelen Yavuz, Alisa Candan Karsu, Derya Donmez, Merve Ergun, Ozge Aydin, Birsen Donmez, Yaprak Yilmaz, Fulya Aydogan û Ayşe Kutlucan li dozgeriyê xilas bûn û îfade dan serbest hatin berdan.
 
Li milê din Piştgiriya Paytextê jî li ber avahiya Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ayşen Kavaz li ser navê girseyê daxuyanî dan û da diyar kirin ku em li benda edaleta hikûmeta AKP’ê nasekinîn û got: “Bi hezaran kesên di vî welatî de jiyan dikin ji bo mafên xwe ji berî 31’ê Gulanê ve mildane hev ji bo azadiyê û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin. Di 2’ê Kanûnê wê ji bo Ethem Edalet dîsan bên li gel hev û hemû raya giştî bihîse.”
 
Piştî daxuyaniyê girse bi sloganan belav bû.