Li Colemêrgê bijîşkeke nîjadperest!

Derket holê ku bijîşkeke servîsa welidandinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colêmêrgê xwestiye pitikên bi sedan jinên ji ducanî ji ber wan bike.

Malbatan diyar kirin ku bijîşkeke jin a di servîsa welidandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dixebite, ji sedan jinên ducanî re gotiye “Pitika we astengdar e, divê em ji ber bikin.” Malbatan diyar kirin ku vê bijîşka jin ji ber ku nijadperest e, xwestiye pitikan ji ber jinan bike.

Ligel ku malbatan gilî kirin jî derbarê wê tu lêpirsîn nehate destpêkirin û bijîşk li cihekî din hate wezîfedarkirin.

Ji ber ku vê bijîşka jin bi jinên ducarî re gotibû “Pitika we astengdar e, divê em ji ber bikin” gelek jinan serî li nexweşxaneyên Wanê dabûn. Piştî miayeneyên li Wanê derketibû holê ku ev pitik ne astengdar in.

‘NE BIJÎŞK E, KUJER E’

Zilamekî wisa qala vê bûyerê kir, “Hevjîna min 4 mehî bû û me ew bir servîsa zayînê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Bijîşka li wir got, pitika we astengdar e, ji ber vê jî me ew bir Wanê. Di miayeneyan de derket holê ku pitika me ne astengdar. Zaroka me niha bûye 4 salî û li ser xwe ye. Em dizanin ku vê bijîşkê bi qestî gotiye ku pitika we astengdar e. Armanca wê kuştina zarokên me bû. Ew ne bijîşk e, kujer e.”

Jineke din jî qala bûyereke wisa kir û got, “Vê bijîşka jin ji min re jî got ku divê em pitikê ji ber te bikin. Lê zaroka me bêyî nexweşî hate dinyayê. Ev ne bijîşk e, ev keseke nîjadperest e. Dixwest zarokên me bikuje. Li Colemêrgê malbatên mexdûr ên wekî me hene, me gilî kir lê tu encam derneket holê. Ji ber gilîyên me bijîşk xelat kirin û ew şandin bajarekî din.”