Li Bangladeşê greva karkerên tekstîlê dewam dike
Li Bangladeşê greva karkerên tekstîlê dewam dike
Li Bangladeşê greva karkerên tekstîlê dewam dike
Greva karkerên tekstîlê yên li Bangladeşê, ku ji bo zêdekirina heqdestan dabûn destpêkirin, dewam dike. Patronên sektora tekstîlê qebûl kirin ku ji sedî 77 ê heqdestan zêde bike, lê ev têra karkeran nake. Polîsan îro bi fîşekên spî û bombeyên gazê êrîşî karkerên di grevê de ne.
Buroya Fermî ya Heqdestan a Bangladeşê pêşniyar kir ku mehaneya herî kêm 68 kolar be. Patronên kargehên tekstîlê ev pêşniyara buroyê di dema hevdîtina bi Serokwezîrê Bangladeşê Sheîkh Hasîna de qebûl kir.
Karkerên tekstîlê jî ji bo mehane bibe 100 dolar, îro jî li çalakiyê bûn. Karkeran rêya diçin febrîqeyên tekstîlê yên li herêma Ashûlîa jî girtin.
Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên spî êrîşî karkeran kirin. Di bûyerê de herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Karkerên ku berhemên kargehên Walmart, H&M, Gap û Eagle Outfitters hildiberînin dibêjin, "Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin, emê çalakiyên xwe dewam bikin."