Leyla Xalid: Armanca me ji malbenda rewşebîran ew e ku ji bo pêşxistina dozê ye

Hevseroka Malbenda Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid li ser avakirina malbenda rewşnbîran axivî û xuya kir ku armanca wan ew e ku pênûsên rewşnbîrên Kurd û bi taybet ên Efrînê kom bikin û ji bo pêşxistina doza Kurdî kar û xebatê xwe bimeşînin.

Hevseroka Malbenda Rewşnbîran a Helebê Leyla Xalid li ser avakirin û armancên malbendê nirxandin kir.

Xalid got: “Malbenda Rewşenbîrên Helebê di roja 20’ê Kanûna 2019’an de hate avakirin. Piştî girtina pêşniyar û hilbijartina endaman Malbenda Rewşenbîrên Helebê bi awayekî fermî li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dest bi kar û xebatên xwe kir. Sala 2018’an Efrîn hate dagirkirin, berê wê jî êrîş li ser Taxa Şêx Meqsûd hebûn. Piştî dagirkirina Efrînê gel koçberî Şehba, Cizîr û Helebê bûn. Me xwest bi vê yekê me hemû rewşenbîran li navendekê kom bikin. Raman û nivîsên mamosteyên Efrînê û rewşenbîran ji bo doza gelê Kurd û gelê Sûriyeyê kom bikin. Ji ber ku pirsgirêka Sûriye û gelê Kurd hevdu temam dikin. Di aliyekê de armanca me ya vekirina malbendê ramanên Kurd û Sûriyeyiyan li navendekê kom bikine.

Li ser kar û xebat dîsa pêşketinên li malbendê jî Xalid ev nirxandin kir: “Piştî rizgarkirina taxa Şêx Meqsûd ji êrîşên çeteyan, gel xwe bi rêxstin kir. Destpêkê 5 endamên malbendê hebûn niha bûne 48 kes, ji van jî 23 jin in. Endamên malbendê bi çalak cihê xwe di hemû çalakî û aktivîteyên rewşenbîrî de digrin. Her wiha heta niha du pirtûkên malbendê yên bi navê ‘Şêx Meqsûd Kelha Berxwedanê’ ji aliyê nivîskar Mihemed Emîn û ‘Hîkaya El Yasemîn’ Kewser Cefer ve hatiye nivîsandin û çapkirin.

Plansazî û hemû xebatên me yên li nava malbendê ji bo pêşxistia doza Kurd û gelê Sûriyeyê bi giştî ye. Têkiliyên me bi rewşenbîrên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hene. Dîsa bi rêya tevnên dijîtal em xwe digihînin, rewşenbîrên Kurd ên li Ewropa û karên xwe bi wan re jî pêş dixin. Armanca me ya esasî çareseriya pirgirêkên Kurd û dîsa di nava xaka Sûriyeyê de çareseriyeke mayînde ya gelan pêk bînin. Bi rêya çand û rewşenbiriyê gelên Sûriye bi hev re bijîn.”

Hevseroka Malbanda Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku rewşenbîr di nava civakê de kesên pêşeng û şoreşger in.