Koçberiya ji Nîjerê veguherî rêwîtiya mirinê

Koçberiya ji Nîjerê veguherî rêwîtiya mirinê

Li herêmeke Nîjerê ya 10 kîlometre dûrî sînorê Cezayîrê, cesedê 87 koçberên ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin dîtin. Ji miriyan 7 jê mêr, 32 jê jin û 48 jî zarok in. Artêşa Nîjerê berî çend rojan 35 cesed dîtibû. Ji destpêka meha Cotmehê û vir ve bi giştî 92 kes, dema dixwestin biçin Cezayîrê di rê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Hejmara miriyan ji aliyê berspirsyarê rêxistina civakî ya sivîl a bi navê "Aghîr In'man (Bi zimanê Tûaregê; mertala ji mirovan) Almûstafa Alhacen ve hat piştrastkirin.

Alhacen ji bo tiştên dît got, "Cesed riziyayî bûn, rewşeke hovane bû. Cesed bi komên biçûk li qadeke ji 20 kîlometreyî belav bûbûn. Me bi giranî ji binê daran cesed kom kirin, lê belê li nava çolê jî cesed hatin dîtin. Li cihekî carna dayikek bi zarokên xwe, carna jî zarokek bi tena serê xwe hebû." Alhacen diyar kir ku du wesayîtên ji bo birina penaberan hatibûn, li kolê xera bûbûn.

RÊYA JI 83 KÎLOMETREYÎ

21 kes jî xwe li jiyanê girtin. Yek ji van kesan bi peyatî, ajokarekî jî jinek li çolê dîtibû, gihand bajarê Arlît ê li bakurê Nîjerê. 19 kesan jî xwe gihandin Tamanraset ê li başûrê Cezayîrê. Çavkaniyek ji Nîjerê ragihand ku rêwîtiya mirinê di dawiya meha Îlonê de destpê kiriye.

Yek ji welatên herî xizan ê cîhanê Nîjer, bi krîzeke mezin a xwarinê re rû bi rû ye. Lê belê di şûna rêya ji ser Cezayîrê derbasî Ewropayê bibe de, rêya Lîbya tê hilbijartin.

Rayedarên Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li paytexta Nîjer Nîameyê dan xuyakirin, ku di sala 2013'an de 30 hezar kesan koçî Lîbyayê kirine. Koçber ji Agadez ê li bakurê Nîjerê derbas dibin.